AGIRÎ (DİHA) - Şahidê komkujiya Geliyê Zîlana Erdîşa Wanê ku di 13'ê Tîrmeha 1930'an pêk hatibû, axivîn. Şahidan diyar kir ku tevgera leşkeriyê ji bo serhildanê biçewisîne hatiye kirin, lê bi hezaran kesên sivîl hatin kuştin. Bûyera ku bi navê 'Qetlîma Zîlanê' tê zanîn di sala 1926'an bi serhildana Biroyê Haskê Têlî (Îbrahîm Axa) ya li dijî dewletê dest pê kir. Rêxistina Xoybûn ku di 1929'an li Lubnanê hatibû avakirin, tevlî serhildanê bû. Xoybûn ji bo ku şervanên perçe berhev bike Seyîd Resulê eşîra Berzencî şand Geliyê Zîlan. Seyîd Resul bi komeke 400 kesî ve Erdîşê dorpêç dike. Piştî pevçûnên dirêj neçar dimîne û derbasî Îranê dibe. Li ser vê yekê Fermandar Devrîş Beg bi mufrezeya xwe re Geliyê Zîlanê dorpêç dike. Leşkeran ketin û daketina Zilanê qedexe kir û gundên Hasanabdal, Aks, Şahbazar, Dogancî, Tendurek, Çakirbeg, Yilanlik, Harhus, Babazeng, Komir, Şor, Şorîk, Murşît, Mescit, Karakîlîs, Kunduk, Zorava, Aryutîn, Hallackoy, Koşkopru, Kuruçem, Milk, ...