Şahidiya Serhildana Agirî, Xalê Nadir û Şener Şen

Nadir, di 1992’yan de li Gundê Kanîya Dizê (Bekranî) yê bi ser Îdirê ve jidayik dibe. Di 20 saliya xwe de gundê wan û gelek gundê eşîra wan (Redkî) ji alî leşkeran ve tê şewitandin û beşeke eşîra Redkî koçî 29 gundên Mûşê dikin. Malbata Nadir jî koçî Gundê Fenek ê Milazgira Mûşê dikin. Lê vê carê ji ber xwînneyartiyê koçî Manisayê dikin. Di jiyana Nadirê 102 salî de, li gel xizanî, koçberî û qetlîaman Şener Şen jî xwedî cihekî taybet e. Di heyama berdewama Serhildana Agirî ku şerê ku bi dijwarî dom dikir de rojekê leşker diavêjin ser gundê wan û bi angaşta ku alîkariya serhildêran dikin gundê wan tê şewitandin. Xalê Nadir ê ku şahidiya destpêk û têkçûna Serhildana Agirî kiriye wiha dibêje: “Zar û zêç, herkes xistin şkeftan û bi çekên otomatîk ew gulebaran dikirin. Ew şkeft hê jî tijî hestî ne. Biçin, hunê jî bibînin. Ji frokeyan bizmar diavêtin ser serhildêranb.” Xalê Nadir dide zanîn ku wî bi çavên xwe ew sosretan dîtiye. Rojekê froke bi ser gund ve firiyane. Wî jî ji nobedarê gun...