Şêx Behyeddînê Zîlan Birayê Şêx Xalidê Zîlan Şêrên Geliyê Zîlan bûn

Piştî hilweşandina împaratoriya Osmanî û guhertina wê bi Cimhuriya Kemalî di sala 1923 an de û bi taybetî piştî serhildana şêx Seîdê Palo di sala 1925 an de û bidarvekirina wî û her 47 şêx û axayên Kurdan yên pêre, Kemalistan bi hovîtî berê xwe dan şêx û axayên Kurdan yên mayî; Ji berê ve, ew girtin, kuştin û sirgûnî Anadola rojava kirin û pêre jî tev tekî, hicrik û dibistanên olî yên wan şêxan girtin... Vêca, ew şêx û ronakbîrên ku ji ber destê Kemalîstan filitîn û yên ku jiyana wan di metirsiyê debû, ji neçarî Kurdistana bakur li paş xwe hiştin û berê xwe dan nav Kurdên Binxetê û bi taybetî bajarê Amûdê yê ku ji kevntirîn bajarê Cizîrê ye û bajarê Qamişlo yê ku nû hatibû avakirin. Ev herdu bajar û Beriya Mêrdînê ji sedê salan ve bi bajarê Mêrdînê ve girêdayî bûn. Wê hingê Binxetê di bin desthilatdariya Fransîzan de bû. Vêca gelekan ji şêx, mele, zanyar, rewşenbîr û axayên Kurdan xwe li bajar û gundên Beriya Mêrdînê girtin, bîr û baweriyên xwe wek ku dixwestin berdewam kirin;...