Kayıtlar

Temmuz, 2015 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

ŞOREŞA AGIRÎ

Resim
Piştî vê ku dewleta Tirk şoreşa Şêx Se’îdê Pîran serkut kir, û dawî bi vê şoreşê hat, xortên Kurd nehêlan ku rêbaza Şêx Se’îdê Pîran bê rêvîng bimîne. Eva bû ku Rêkxistina Xoybûnê biryar da ku dest bi organîzekirina şoreşeke din li dijî dewleta Tirkiyê bike, ew dewleta ku bi tu awayî amade nebû mafên Kurdan qebûl bike, û diruşma yek ala, yek xak, yek ziman û yek netewe bilind kiribû, û radigehand ku her cihekî sernîzeya Tirk hebe, nabe kes daxwaza mafê xwe yê neteweyî bike. Rojnameya Agirî / Şehab Xalidî Di vê çarçoveyê de, Îhsan Nûrî Paşa û Biro destên xwe dane hev, û çiyayê Agirî kirin nawenda şoreşa li dijî zordariyê. Wan di sala 1926 û 1927’an de dest bi komkirina ciwanan li dewra hev kirin, û bi xwe jî civînek li dar xistin, û di vê civînê de marşeke taybet, û alaya Kurdistanê (ku li gora nivîseke Îhsan Nûrî Paşa bi xwe, ew alaya Kurdistanê ji rengê sor li aliyê serê, rengê spî di nîvekê de, û rengê kesk li aliyê xwarê pêk hatibû, û tîrêjên rojê jî di nîveka alayê de hebû)...