Hefteya borî min bi malbata yek ji Şervanên Agiriyê Elo Beşo re hevpeyvîn çêkir. Wekî tê zanîn ji vê malbatê 75-80 kes di dawiya Serhildana Agiriyê de hatiye qetilkirin; Malbat li gundê Erhaciya Ziyaratê ya bi ser Îdirê ve hatiye qetilkirin. Ji eşîra Sakan, bereka Mamedkan Mala Kando, 75-80 kes, li rasta Erhaciyê hatine kuştin û ew bi komî li wê derê hatine çalkirin. Gelê herêmê, ji vê komkujiyê re dibêje 'Qirkirina Mamedkan' an jî 'Qirkirina Mala Kando'. Elo Beşo jî kesekî ji vê malbatê ye. Piştî ku malbata wî wusa bi hovîtî tê qetilkirin, li ser qereqolên Çemê Çeto, Zixçî û çend hebin din de digire û bi sedan eskerên tirk dikuje. Di dawiyê de Dewleta Tirk jina Elo Beşo, Hacêrê û kurên wî Hesen û Nadir ve dîl digire û ji Elo Beşo re agahiyê dişînin dibêjin 'heger tu teslîm nebî, em ê jina te zarokên te bikujin' Elo Beşo mecbûr dîmîne û diçe teslîmî Qereqola Horgofê dibe. Piştî ku Elo Beşo teslîm dibe, jina wî û zarokên wî ve berdidin. Paşê Elo Beşo di...