Kayıtlar

Nisan, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

HEVPEYVÎNA REŞÎDÊ BASO Û DERWÊŞ SERHEDÎ

Resim
Derwêş Serhedî: Gelî temaşevan û guhdarên ezîz, gelî xwendevanên bi rûmet. Em nuha mala Reşîdê Baso, Dengbêj û Hunermendê bi nav û deng mêvan in. Wek tê zanîn Jîyan û herûha jî hunera Reşîdê Baso meseke gelek dûr û dirêje. Lewra jî em dixwazin hin pirsên pêwist û hin bûyarên balkêş ku jîyana birêz Basoî da qewimîne bipirsin û bînin ziman. Ev yek jî bila ji bo paşerojê, ji bo kesên ku bixwazin, bizanibin Resîdê Baso kîye huner û hunermendîya Resîd ê Baso çîye re bibe arşîv û materyal. . . Û belê em dibêjin Xalê Resîd silav û hurmet ji tera. Helbet ev pîrseke klasike, lê disajî emê bipirsin ku Resîd ê Baso kîye? Tenê ez waha serî vekim ku, ez dizanim eslê te (malbata te, kal û bavên te) ji bajarê Qersê, Qeza Qulpê (Tuzluca), gundên derdorê çîyayê Tendûrekê çûne derbasî Hayastanê (Ermenîstanê) bûne ne wisa? Resîdê Baso: Belê ezîzê min destpêkêde ezjî dixwazim, her kê ku ev hevpeyvîn xwend, temase û guhdarî kir, li wan hemîyan silav dikim û ji wanre sihet û qewetê hêvîdikim. Û tu û...

Di derheqê Pişîka Pencûrek de

Resim
Pencerûk gundekî girêdayî Xamûr'a Agiriyê ye. Gund di nabeyna gundên Malxas, Xididok, Xano û Şêrwêran de ye. Gundê Pencerûk cihekî zef bilind nîne. Lê belê, dema ku  meriv derdikeve çiyayên li hemberî gund, him çiyayê Agirî, him çiyayê Kosedaxê, him bajarê Agirî û him jî navçeya Xamûrê dibîne. Dema mirov çiyayên li dev û dora Pencûrekê dixe bin piyên xwe, mîna teyrekî li asîman her derê dibîne; Aliyekî de avahiyên bilind ên bajarê Agiriyê silavê didene mirovan, aliyekî de Agiriya ku serê xwe xistiye nav asîmanan, aliyekî de Kosedaxa ku berfa wê kêm caran kêm dibe, aliyekî de çiyayên Sêgara yên ku hezar cure çêre û mêwê lê şîn dibin, aliyekî de rast û bestên kesk û şîn, aliyekî de çem û çavkaniyên ku xuşe xuşa ava wan ji dehan kîlometrêyan bi dûr ve tê bihîstin, tev tên kivşê. Gundê Pencerûk ê ku bi xwezaya xwe ya xweş û ciyê xwe yê rast ve tê naskirin, navê xwe ji ajaleke wundabûyî, ji Pişîka Pencerûk hildaye. Tê gotin ku sedan salan berê, li dev û dora gundê Pencerûk lawir...

Axiriya me bibe ya Ûsê Memo

Resim
Li Serhedê dema kal û pîr di derbarê xwe de biaxivin, yan jî dema ji dahatûya xwe bitirsin, dibêjin " xwedê axiriya me têxe axiriya Ûsê Memo ". Gelo Ûsê Memo kî ye û ew axiriya wî ya ku kal û pîrên kurdan dilê xwe davêjinê çi ye? Ezê di vê nivîsê de qala Ûsê Memo û serpêhatiya wî bikim. Ûsê Memo kesekî ji gundê Qerehaciliya Îdirê ye û ji êla Azîziyan e. Ûsê Memo dibe şêst salî, lê kurên wî çênabin. Bira û biraziyên wî dibêjin: - Ziryeta (zarok) Ûso çênebû, yê bimire, malê wî zef e, emê malê wî bixwin. Bira û biraziyên wî tim wusa dibêjin, jina Ûsê Memo ser hisehisa dikeve ku tî û zarokên tiyên wî wusa dibêjin, gelekî zora jinikê diçe. Du qîzên jinikê û Ûsê Memo ve hebûne, jinik diçe cem mêrê xwe û dibêje: - Ûsê, ezê qîzeke xwe te re têxime berdêlî, te re jinikê bibînim, te bizewicînim, bira kurên te çêbin, kes malê te nexwe. Ûsê Memo dibêje: - Heyran, ezî hatime şêstê xwe. Ne qîza min têxe berdêlî ne jî serê qîza xelqê bişewitîne. Êdî me derbas bû. Ûsê Memo dik...