Kayıtlar

Temmuz, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Tehmên ji çiyayên Agiriyê: Gûlîk, ribês, kereng û mendik...

Resim
Li Agiriyê gelek fêkî û sewzeyên çiyayî hene ku qîmeta wan a aborî jî heye. Di nav wan de gûlîk, ribês, mendik û kereng sereke ne. Firoşkarên Agiriyî van him di bazara Agiriyê de difiroşin, him jî dişînin derveyê bajêr. A niha jî ji bo firoşkarên Agiriyî amadehiya biharê bi gûlîkê ve dest pê kir. Gelê Agiriyê debara xwe zêdetir bi çandînî û heywankariyê dike. Tevî vê sewze, fêkî û firoşkariya pincaran jî dikin. Bi bihara ku deşt û çiyayan rengîntir dike re sewze, fêkî û gihayên çiyayî li dezgehan hate danîn. Bi taybetî nebatên ku li deverên bilind û çiyayan şîn dibin van rojan liv û tevgera dezgehan zêdetir kir. Nivîskar û lêkolîner Nihat Öner dibêje gelek nebat û pincarên ku li Agiriyê digihêjin û têne berhevkirin, di nav bazara bajêr û derveyê bajêr de tên firotin. Öner balê dikişîne ku gelheya (populasyona) ajal û nebatan a li çiyayên Ararat (di nav gel de Gilîdax jî tê gotin) û Sîpan bi taybet ya Kosedaxê pir dewlemend e. Öner dibêje a niha li Agiriyê firotina gûlîkê jî dest pê...

Şopa mirovekî li dû kelepûrê

Resim
  Berhevkar, lêkolîner û nivîskar Nîhat Önerê ku ev deh sal e gund bi gund bo zargotinên bi kurdî û dîroka serîhildana agirê û komkujîya gelîyê zîlanê lêkolînê dike, dibêje ku li Agirîyê çanda kurdîya devkî gelekî dewlemend e. Gönül Gün / Rojnameya Basnews Li ser zimanê kurdî ji ber pişavtin û qedexeyan berhemên nivîskî bi awayekî azad di wextê xwe de baş nehatine nivîsandin. Her çiqas rewşeke wisa hebe jî ji alîyê din ve bi rîya kesên dildar û dilsozên çand û zimanê kurdî xebatên berhevkarîyê têne kirin. Yek jî van kesan Nihat Öner e ku nezî deh sal in li herêma Serhedê li bajarê Agirî û derdorê Agirîyê, li ser çanda kurdîya devkî, Serhildana Agirî û Komkujîya Gelîyê Zîlanê lêkolîn û karê berhevkiriya keresteyên folklorîk dike. Serhildana Agirîyê û Komkujîya Gelîyê Zîlanê Nîhat Önerê lêkolîner, berhevkar û nivîskar di sala 1985an de li gundê Qazî yê Agirîyê ji dayîk bûye. Nîhat Öner destnîşan dike ku cara ewil bo mijara Serhildana Agirî û Komkujîya Zîlanê dest bi lêkolîn û be...