Kayıtlar

Ağustos, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Şervanekî Agiriyê: Biro Rindo (Vîdeo)

Dengbêj Cahîdoyê Mûşî kilama Biro Rindo dibêje. Biro Rindo, di serhildana Agiriyê de (1926-1932) serokê komeke şervanan bû ku, heya Erzirom, Wan û Bilîsê diçû, çalakiyên sapotaj pêk dihanî.  Biro Rindo dema pêşiyê beşdarî serhildanê dibe, beşdarî Koma Şêx Zahir dibe, paşê koma xwe ava dike û bi tevî koma Edoyê Azîzî gelek çalakiyên mezin pêk tîne. Biro Rindo ji êla Giskan e. Ev êla niha li gundên Îdirê dijî. Êlê bi giştî piştgirî daye Serhildana Agiriyê. Piştî ku serhildan têk diçe, malbata wî tê sirgûnkirin. Wekî din pirtûka Mustafa Balbal a bi navê Ararattaki Esir Generalden Kan Çiçekleri de di çend cihan de qala wî tê kirin.  Biro Rindo bi destê xayînan ve di malakeke lê mêvane di xewê de tê kuştinê. Piştî ku Biro Rindo di xewê de tê kuştinê, serê wî dibin di deriyê qereqolê de darda dikin. Ev kilama li jorê jî li ser wî ye. Ev kilama li jêrê jî ji devê Şêx Mehmed Emînê biraziyê Şêx Zahir, kurê Şêx Evdirrehman tê gotin.

Li Stockholmê li ser Serhildana Agirî û Komkujîya Gelîyê Zîla semînerek hat dayîn

Resim
Roja şemîyê li Kitêbxaneya kurdî ya Stockholmê li ser Serhildana Agirî û komkujîya Gelîyê Zîla semînereke balkêş hat guhdarîkirin. Semîner ji alî lêkolînerê kurd Sedat Ulugana hat dayîn. Ji ber Ulugana bi xwe ji Gelîyê Zîla ye, agadrîyên wî bi baldarîyeke mezin hat gudarîkirin. Ulugana gelek agadarîyên bi taybet bi dokumentên nivîskî û bi wêneyên dema komkujîyê anîn ber çavan. Ew bi xwe ji malbateke mexdûrê ê komkujê ye, behsa serpêhatîya kurdên gelîyê Zîla û malbata xwe jî kir, vê yekê bandoreke mezin li ser hestên guhdaran kir. Ji çavê gelek kesan hêsirên xemgînîyê dihatin xwar. Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Nezîr Akad, berî ku semînerê bide destpêkirin, ji Sedat Ulugana daxwaz kir ku ew xwe bide naskirin û behs bike ka ew daxwaz û hewasa wî ji bo nivîsandina dîroka me ya nêzîk çawa dest pêkirîye û heta niha çi xebat kirine û çi berhemên wî hatine weşandin. Sedat Ulugana di nav malbata xwe de serpêhatîyên malbata xwe, jiyana surgûnê û rewşa gelê xwe meraq dike dixwaze s...

Li Serhedê Navê Gundan û Taybetîya Agirî (Qerekose, Ağrı)

Resim
Li Serhedê bi awayekî befireh ev bajar hene: Erdexan, Qers, Erzirom, Agirî, Îdir, Mûş, Bedlîs û Wan. Behra Wanê li başûrê Serhedê dimîne. Ez dixwazim bibêjim ku li van hemû bajarên Serhedê yên navê mezre û gundan pirtirîn bi Kurdî ne yên Agirîyê ne. Ez li gor çi vê dibêjim? Ez li Mûş, Bedlîs, Wan Agirîyê geriyam bi rojan; min hemû navê mezre û gundên van bajaran nivîsî. Bi saya sere hevalên kedkar û Kurdistanî min navên mezre û gundên Erziromê (Xinûs-Hınıs, Qereyazî-Karayazı, Qereçan-Karaçoban û Tatos-Tekman) jî nivîsî. Her wiha hin navçeyên Erdexan û Qersê jî nivîsî. Piştî ku min nexşeyên fîzîkî yên Agirî amade kir ez lê hay bûm ku piraya navê mezre û gundên Agirî xwerû bi Kurdî ne. Bi ya min sedema herî mezin ew e ku li van deveran Êzdî xwedî cî û war bûn û ji xwe Êzdî xwerû Kurd bûn. Ji bo Êzdîyan mînakeke herî girîng jî navê ‘Şeytanava’ ye. Li seranserê Kurdistanê navê ‘Şeytanava’ li navçeyên Agirî berbelav e:   Gund Mezre Navçe Tirkî Kurdî Tirkî Kurdî Gîhadîn Akçev...