Sedat Ulugana -ANF 09:11 / 24 Avrêl 2012 Wan - Teyfûnê Zîlanî, Tenzere û Delal bi saxî ji Komkujiya Zîlanê filitîn, lê belê tiştên ku bi serê wan hatin û tiştên ku dîtine her sêyan dîn kir. Yek ji wana bi darê zorê xistin hindurê nexweşxaneyeke aqil, ya din jî gava di nava deryaya terman de termê nîşaniyê xwe dît dîn bû. Yê din jî kengî balafiran dibîne xwe diavêje erdê… Piştî komkujiya 1930’ê ya Zîlanê bi sedan kes ketin travmayê û hin ji wana dîn bûn. Teyfûnê Zîlanî, Tenzere û Delal jî çend ji vana nin. Teyfûn di dema komkujiyê de 15 salî bû, li gundê Hesenevdalê ji bin termên mirovan derdikeve û rizgar dibe, xwe digihîne Bazîdê. Li gorî gotina wî bi xwe piştî ku li vir demek dirêj ji bo sûbayan şivantiyê kir, gotin ew dîn e û birin Nexweşxaneya Dînan a Xarpêtê. Li şûna ku Teyfûn derman bikin, ji ber ku mexdûrê Komkujiya Zîlanê bû li rastî îşkenceyên giran hat û piştre êdî rêyek dibîne diçe gundê Rustemgedîk ê navçeya Kopê ya Mûşê û li wir bi cih dibe. “NIKARE BEHSA K...