Kayıtlar

Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan

Resim
Wekî her bajarî li Agiriyê jî gelek kesên aqilberzekirî ango dîn hene. Gelek ji van bi gotin û kirinên xwe navdar dibin. Yek ji wan jî Tenzere bû... Tenzere di wexta Derbeya 12'ê Rezberê de ji ber îşkence û lêdanê aqil berze dike. Her çendî aqil diçe lê welatparêzî û şoreşgerî dimîne. Çimkî wexta derbe pêk tê Tenzere jî şoreşgerekî şertê xwe ye. Rastiyekî Agiriyê heye. Gelê navendê her tim Eledaxî (gundên derûdorê çiyayê Eledaxê) Giyadîniyan biçûk dibînin û qerfê xwe bi wan dikin. Ya rastî qehr û zehmeta vî bajarî jî, di her alî de ev herdu herêm dikişînin. Ev jî mijar û rastiyeke din e... Em werin li ser meseleya xwe. Rojekî dibêjine Tenzere: "Tenzere haya te jê heye Kenan Evren kurdî qedexe kiriye?" Dibêje, "nabe ne mimkûn e. Ezê xeber bidim." Dibêjinê, "li taxan, li nav kolanan jî qedexe ye." Tenzere dibêje, "Ezê di mal de biaxivim." Dibêjin, ew jî nabe. Ew jî dibê, "ezê di hundirê xwe de xeber bidim". ...

Merzelê Birayê Ahmedê Xanî Li Kuderê Ye?

Resim
Ahmedê Xanî di nava kurdan de kesayetê herî qedirê wî tê girtin e. Him bi neteweheziya xwe û him jî bi oldariya xwe ve ji hêla hemû beşên netewa kurd ve hatiye hezkirin. Wî him xwestiye kurd oldar bin û him jî xwestiye kurd ji milletên din paşdatir, zimanê wan ji zimanê milletên din şûndetir nemîne. Hin di nava gelên di cihanê de fikra netew dewletiyê tunebûye, Ahmedê Xanî ji bo kurdan dewlet xwestiye. "Ger dê hebûya me îttîfaqek Vêk ra bikira me înqiyadek Rûm û 'ereb û 'ecem temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me 'îlm û hîkmet"  Li Agiriyê Ahmedê Xanî zêdetir bi oldariya xwe ve hatiye hezkirin. Agiriyiyên ku ji wî re dibêjin Hezretî Xanî, qedirê ku didine wî, nadine tu kesî. Di nava gelê Agiriyê de tê bawerkirin ku kî ku heft caran bi peyatî here ser Tirba Ahmedê Xanî, bi qasî ku çûye hecê xêr qezenc dike. Feqî Silto yê bavê diya min, oldarekî bi nav û deng bûye. Di nava gelê herêmê de him bi oldariya...

Navê Newala Zerê ji ku tê?

Resim
Newala Zerê li Agiriyê cihekî gelekî bi nav û deng e. Ev newala ku dikeve başûrê Agriyê, di nava sînorên gundê Evdê (Ceylanlı, gundê Xamûrê) de ye. Di newala Zerê de bi sedan mêwe û çêre hêşîn dibin. Hezaran malbatên kurd, biharan bi çêreyên li vê newalê hêşîn dibin, debara mala xwe dikin. Gûlika li vê newalê hêşîn dibe, gûlika herî bi nav û deng ya li Kurdistanê ye. Dema di nava sûkên Agiriyê de yek gûlikê bifiroşe û biqîre bibêje "Gûlika Evdê" ew gûlika di nava çend saetan de xelas dibe. Sedema pirbûna çêre û mêweyên li vê newalê, bilindbûn û paqijbûna vê herêmê ye. Lê mixabin, riya ku ji navçeya Hewaranê (Xamûr) diçe navçeyên Dutax û Panosê ya sed sal berê bi destê rûsan ve hatiye çêkirin, tê betalkirin û riyeke nû tê çêkirin. Mixabin ku ev riya nû, tê di Newala Zerê re diçe. Ez bawer im ku ev riya biqede û êdî maşîne wê bên di vir re herin, êdî ew xwezaya xweş û dewlemend namîne. Em bêne mijara nivîsa xwe; Navê Newala Zerê ji ku tê? Rojekê yekî ji gundê Qaziyê Zêdka...

Tehmên ji çiyayên Agiriyê: Gûlîk, ribês, kereng û mendik...

Resim
Li Agiriyê gelek fêkî û sewzeyên çiyayî hene ku qîmeta wan a aborî jî heye. Di nav wan de gûlîk, ribês, mendik û kereng sereke ne. Firoşkarên Agiriyî van him di bazara Agiriyê de difiroşin, him jî dişînin derveyê bajêr. A niha jî ji bo firoşkarên Agiriyî amadehiya biharê bi gûlîkê ve dest pê kir. Gelê Agiriyê debara xwe zêdetir bi çandînî û heywankariyê dike. Tevî vê sewze, fêkî û firoşkariya pincaran jî dikin. Bi bihara ku deşt û çiyayan rengîntir dike re sewze, fêkî û gihayên çiyayî li dezgehan hate danîn. Bi taybetî nebatên ku li deverên bilind û çiyayan şîn dibin van rojan liv û tevgera dezgehan zêdetir kir. Nivîskar û lêkolîner Nihat Öner dibêje gelek nebat û pincarên ku li Agiriyê digihêjin û têne berhevkirin, di nav bazara bajêr û derveyê bajêr de tên firotin. Öner balê dikişîne ku gelheya (populasyona) ajal û nebatan a li çiyayên Ararat (di nav gel de Gilîdax jî tê gotin) û Sîpan bi taybet ya Kosedaxê pir dewlemend e. Öner dibêje a niha li Agiriyê firotina gûlîkê jî dest pê...

Şopa mirovekî li dû kelepûrê

Resim
  Berhevkar, lêkolîner û nivîskar Nîhat Önerê ku ev deh sal e gund bi gund bo zargotinên bi kurdî û dîroka serîhildana agirê û komkujîya gelîyê zîlanê lêkolînê dike, dibêje ku li Agirîyê çanda kurdîya devkî gelekî dewlemend e. Gönül Gün / Rojnameya Basnews Li ser zimanê kurdî ji ber pişavtin û qedexeyan berhemên nivîskî bi awayekî azad di wextê xwe de baş nehatine nivîsandin. Her çiqas rewşeke wisa hebe jî ji alîyê din ve bi rîya kesên dildar û dilsozên çand û zimanê kurdî xebatên berhevkarîyê têne kirin. Yek jî van kesan Nihat Öner e ku nezî deh sal in li herêma Serhedê li bajarê Agirî û derdorê Agirîyê, li ser çanda kurdîya devkî, Serhildana Agirî û Komkujîya Gelîyê Zîlanê lêkolîn û karê berhevkiriya keresteyên folklorîk dike. Serhildana Agirîyê û Komkujîya Gelîyê Zîlanê Nîhat Önerê lêkolîner, berhevkar û nivîskar di sala 1985an de li gundê Qazî yê Agirîyê ji dayîk bûye. Nîhat Öner destnîşan dike ku cara ewil bo mijara Serhildana Agirî û Komkujîya Zîlanê dest bi lêkolîn û be...

Murat Nehri HES’lere kurban ediliyor

Resim
AĞRI – Bölgenin ikinci büyük nehri olan Murat, HES, HES ve barajlar adı altında yapılan kalekol yapımı ile yok ediliyor. Van Gölü’nün kuzeyinde, Ağrı (Karaköse) ilçesi Diyadin’den kaynak olarak başlayıp Aladağ’dan ve Muratbaşı dağından çıkan kolların birleşmesiyle oluşan Murat nehri, HES ve barajlarla yok olma tehdidi ile karşı karşıya. Murat nehri, Diyadin ovasından geçip Ağrı’ya bağlı Eleşkirt yöresinden Malazgirt Ovası’na oradan Bingöl dağlarından Hınıs Suyu, Muş Ovası’ndan Nemrut Dağı Karasu’nın kollarından beslenir. Elazığ Palu önünden Ulu Ovası’ndan gelen Harinket suyu ile Dersim’in Munzur-Peri suyunu (en önemli kol) alarak Keban yakasında Fırat’ın öteki kolu Karasu Nehri ile birleşir. Nehrin uzunluğu 722 kilometredir. Muş’un Varto ilçesinden de geçen Murat nehri üzerinde, barajlar adı altında kalekol yapımı devam ediyor. Geçtiğimiz yıl başlayan kalekol yapımına ara verilmesinin ardından bu yıl tamamlandığı görüldü. Ayrıca Murat nehrinin geçtiği Elazığ, Muş ve Bingöl kolların...

Mûrad Ciwan: Xoybûn’a tutulan ışık

Resim
Rohat Alakom en üretken araştırmacılarımızdan biri. Kişisel olanak ve çabalardan öte hiç bir yaşam temeli olmayan Kürt araştırmacılığını raylar üzerinde yürütmek için lokomotifine habire kömür atan ateşçi gibi peş peşe değerli eserler veriyor. En son çalışması yine tarihimizin önemli bir kesitine, önemli bir olgusuna ve aynı kesitin mücadeleci insanlarına ışık tutar nitelikte. Alakom bu sefer Xoybûn’u ve onun örgütlediği Ağrı ayaklanmasını konu almış. Hiç kuşkusuz Xoybûn’un Kürt tarihinde önemli bir yeri var. O, Birinci Dünya Savaşı’nın galibi batılı devletler, Kemalist yöneticiler ve yeni kurulan Sovyetler Birliği yöneticilerinin ikili, üçlü anlaşma ve ittifaklarıyla kendisine diz çöktürülen, ülkesi yeniden parçalanarakTürk ve Arap devletlerine peşkeş çekilen bir halkın sürgün ve tarumar edilmiş aydınlarının, boyuneğişi red eden ve ulusal onurlarını her şeye rağmen ayakta tutan çabalarının ürünü. Xoybun en zor ve umitsiz koşullar altında kuruldu. Uluslararası alanda ve bölgede, herk...