Kayıtlar

Mart, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

PAKê Îhsan Nûrî Paşa bibîr anî

Resim
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkfefta 41emîn salvegera wefeta Îhsan Nûrî Paşa ew bibîr anî. PAKê bi boneya salvegera Îhsan Nûrî Paşa daxuyaniyekê da û ragihand Îhsan Nûrî Paşa rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê bû. PAKê destnîşan kir ku Îhsan Nûrî Paşa general û rêberê leşkerî yê serhildana Çiyayê Agirî û ji endamên damezrînerên Xoybûnê bû. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îhsan Nûrî Paşa di jiyana xwe de ji bo Kurd û Kurdistanê tekoşîn kir. Ew ji beriya 41 salan wek îro koça dawî kir û ket nav refên şehîdên Kurdistanê. Em Îhsan Nûrî Paşa di salvegera koça wî ya dawî ya 41ê de bi giramî bibîrtînin.” Îhsan Nûrî Paşa di sala 1893ê li Bedlîsê jidayîk bûye û 25ê Adarê 1976 li Tehrana paytexta Îranê bi rûdaneka tirombêlê çû ber dilovaniya Xwedê.

PAK: İhsan Nuri Paşa’yı Andı

Resim
Kurdistan Özgürlük Partisi (PAK) Ağrı Kürt Cumhuriyeti (1927-1930) kurucusu İhsan Nuri Paşa'yı fiziki olarak aramızdan ayrılışının 41. yıl dönümü münasebetiyle andı. Pak tarafından yapılan bir açıklama ile Ağrı İsyanı lideri General İhsan Nuri Paşa'nın anısına olan bağlılık dile getirildi. PAK tarafından yayınlanan ve bir kopyası da nerinaazad'a gönderilen açıklamanın metni: İhsan Nuri Paşa Kürt halkı ve Kürdistan’ın ulusal liderlerindendir. İhsan Nuri Paşa , Ağrı İsyanı’nın General ve askeri liderlerindendir ve Hoybun Örgütünün kurucu üyelerindendir. İhsan Nuri Paşa yaşamı boyunca Kürt halkı ve Kürdistan için mücadele etmiştir. O 41 yıl önce bugün vefat etti ve Kürdistan şehitleri kervanına katıldı. İhsan Nuri Paşa’yı ölümünün 41. Yıldönümünde saygıyla anıyoruz.

Koça Azîziyan ya ji Rewanê

Resim
Destpêka sedsala bîstemîn de herêmên Rewan, Elegez û Kurdistana Sor (îro Qarabax) herêmên bi piranî Kurdbûn. Piştî ku Tirkan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li hember Kurdên Êzidî û Filleyan (Ermenî) komkujî dane destpêkirin, Kurdên Êzidî û Fille ber bi Rewanê (Hayastana îroyîn) direvin. Filleyên ku direvine Rewanê, dixwazin heyf û tola xwe li Kurdên misilman yên li wan herêman hildin. Êrîşan dibine ser gundên Kurdên misilman û gelek Kurdan dikujin. Kurdên sax dimînin jî mecbûr dimînin û direvine vî aliyê Beravareş û Çemê Erez. Êla Redkan a ku îro li Serheda jorîn ji dusedî zêdetir gundên wan hene bi giştî ji Rewanê revîne. Dîsa êla Dilxêrî bi piranî ji Rewanê hatine. Beşeke êla Azîzan û beşeke êla Geltûriyan jî ji Rewanê revîne hatine bakur. Mijara vê nivîsê, reva êla Azîziyan e ku bi pêşengtiya Mûsayê Nemet ji Rewanê direvin û têne bakurê Kurdistanê ye; Wekî min li jorê jî qalkir, dema Fille ji bakur direvin diçin li devûdora Rewanê bicih dibin, şevê êrîşê didine ser çend gundên...