Koça Azîziyan ya ji Rewanê

Destpêka sedsala bîstemîn de herêmên Rewan, Elegez û Kurdistana Sor (îro Qarabax) herêmên bi piranî Kurdbûn. Piştî ku Tirkan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li hember Kurdên Êzidî û Filleyan (Ermenî) komkujî dane destpêkirin, Kurdên Êzidî û Fille ber bi Rewanê (Hayastana îroyîn) direvin. Filleyên ku direvine Rewanê, dixwazin heyf û tola xwe li Kurdên misilman yên li wan herêman hildin.

Êrîşan dibine ser gundên Kurdên misilman û gelek Kurdan dikujin. Kurdên sax dimînin jî mecbûr dimînin û direvine vî aliyê Beravareş û Çemê Erez. Êla Redkan a ku îro li Serheda jorîn ji dusedî zêdetir gundên wan hene bi giştî ji Rewanê revîne. Dîsa êla Dilxêrî bi piranî ji Rewanê hatine. Beşeke êla Azîzan û beşeke êla Geltûriyan jî ji Rewanê revîne hatine bakur.

Mijara vê nivîsê, reva êla Azîziyan e ku bi pêşengtiya Mûsayê Nemet ji Rewanê direvin û têne bakurê Kurdistanê ye; Wekî min li jorê jî qalkir, dema Fille ji bakur direvin diçin li devûdora Rewanê bicih dibin, şevê êrîşê didine ser çend gundên Kurdan, gelek Kurdan dikujin. Kurdên saxmayî jî mecbûr dimînin û direvine bakur. Yek ji wan jî Mûsayê Nemet û êla wî, êla Azîzî ye.

Mûsayê Nemet êleke mezin dide peyê xwe, tê Agiriyê. Tê di navbera gundên Qazî, Zîro, Qopqiran û Mengeser de konan vedigrin. Azîziyên ji gundên Şeko dibîhîzin ku pismamekî wan bi tevî xizmên wan hatiye herêma wan, diçine cem wan. Mezinekî Azîziyan yê ji gundê Şeko yê bi navê Mexso, Mûsayê Nemet re dibêje:

- Mûsa Axa, te êleke mezin daye peyê xwe, tu hatî vê derê. Were, gundê Qazî, Zîro, Mengeser, Qopqiran, Xidir, Qelender, Poxana û yên devdorê gişt vala bûne. Her van gundan pênc-şeş malên xwe têxê, bila ev gundan gişt têkevine destê me. Em ê van gundan de zêdebin, hikim bikin.

Mûsayê Nemet dibêje:

- Mûsayê Nemet bi tevî êla xwe ji Rewanê hatiye, yê têkeve bintûnê te?

Mezinê Azîziyan Mexsoyê ji gundê Şeko dibêje:

- Na heyran, min tu negot were têkeve bintûnê min, ez dibêjim ev gundan tev vala bûne,  ji xwe re hilde.

Dikin nakin, Mûsayê Nemet qebûl nake. Êla xwe hildide û berê xwe dide Qersê. Diçin li Dîgora Qersê li gundê Yemençayîrê (Emançayîr) bicih dibin.

Piştî ku Mûsayê Nemet diçe Yemençayîrê, Kurdên ji êla Redkan yên mîna êla Mûsayê Nemet ji Rewanê revîne tên dikevine gundên Qazî, Zîro, Qopqiran, Xidir, Qelender, Poxana û yên devdorê...

Mûsayê Nemet û êla wî çawa ku ji Rewanê direvin û têne Yemençayîrê, niştecihên Yemençayîrê yên Kurdên Êzidî jî beriya hatina wan, ji ber zilma dewleta Tirk, ji Yemençayîrê direvine Rewanê. Nîvîskarên Kurdan yên mezin Heciyê Cindî, Cêrdoyê Gênco, Emînê Evdal û gelekên din, ji Yemançayîrê ne ku bi tevî Kurdên Êzidî ji vî gundî û çend gundên devûdorê direvine Rewanê.


Heciyê Cindî di pirtûka xwe ya bi navê  "Folklora Kurda" de, di derheqê Yemençayîrê de wuha dibêje:

"Li ser topa cîhanê cîhê lapî cinetî ji bo min, gundê min e, gundê Yemençayirê. Ez vî gundî, gundê zarotiya xwe, pir hez dikim...Min zû ve Yemençayir nedîtîye...Ez gelekî mukuriya vî gundî dikim. Ji min re bûye hesret û ev hesret nayê rokirinê li ser kaxiz."

Bi rastî dema mirov  çîroka Kurdên misilman yên ji Rewanê revîne jî, çîroka Kurdên Êzidî yên ji bakur revîne Rewanê jî hîndibe, dilê merivan zef dişewite. Ez dibêjim xwezil dewleteke me jî hebûye û nehîşta Kurd evqasî bikişînin.


Nîşe: Çavkaniya vê nivîsê, xalê min Ahmet Yel (Hecî Ahmedê Feqî Silto) e. Li Bazîdê gundê Berbere rûdinê. Xalanên min, xalanên pîrika min Cehara Emerê Nado ve ji êla Azîzan in. Celadet Elî Bedirxanê ji êla Azîzan, di helbesta xwe ya bi navê "Bêriya Botan" de wuha dibêje:

"Ez botî me diştexilim her bi pa
Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
Kepirê de ne kozik in, ne jî dar
Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im
Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr
Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr "

25.03.2017
Nîhat Öner
rewan004@hotmail.com

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Şervanekî Agiriyê: Biro Rindo (Vîdeo)

Ağrı'da İçinde Kürt Kelimesi Olan Yer Adları